Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Ku Amerîka Bixwaze Dikare Dawî li Şerê Ukrayna Bîne


Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov îro Înê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden dikare dawî li girjîya li Ukrayna bîne, lê nake.

Peskov di brifîngeke rojane de ji rojnamegeran re got Amerîka eger bixwaze dikar bi lez dawî li pevçûnan bîne.

Wî îî"Amerîka, şûna ku dawî li pevçûnan bîne, çekan dişîne Ukrayna.

Moskowê di demên borî de Ukrayna bi wergirtina fermanên ji Washingtonê tawanbar kiribû.

Karbidestên Rûsî dibêjin Amerîka bi peydakirina çekan ji Kîevê re şer dirêj dike.

Washington dîyar dike ku şerê li Ukrayna bi êrîşên Rûsya destpê kiriye û dibêje bo dawî li şer were divê Rûsya leşkerên xwe ji wî welatî vekişîne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG