Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin: Hêvîdarîn Qewitandina Comey Ziyanê Negihîne Têkiliyên Rûsya û Amerîka


Peyivdarê Kremlin Dmitry Peskov
Peyivdarê Kremlin Dmitry Peskov

Kremlin derbarê qewitaninda serokê FBI James Comey ji alîyê serok Trump ve, reaksiyona pêşîyê nîşanda, Kremlin roja Çarşemê got "ew bi hêvîne ku ji wezîfe derxistina serokê FBI James Comey ziyanê ne gihîne têkiliyên di navbera Amerîka û Rûsya de", herweha Kremlin dide zanîn ku, qewitandina Comey têkilî bi Rûsya re nîne.

Roja Sêşemê serokê Amerîka Donald Trump serokê FBI James Comey ji wezîfa wî derxist, bi sedema baş karnekirina wî dema ew serokê komîta lêkolîn û şopandina wan gomanan bû yên ku, di gotin Rûsya jibo berjewendiya Trump tila xwe xistiye nav a hilbijartinên serokatiya Amerîka, herweha lêkolînên derbarê e-amilên Hillary Clinton, dema wezîra derve ya Amerîka bû di serdema Îdara serokê berê Barack Obama de.

Dmitry Peskov peyivdarê Kremlin roja Çarşemê di Prês Konferansekê de ragihand ku, ew bi hêvîne qewitandina Comey bandorê liser têkiliyên herdu welatan neke, herweha wî got"Ev pirseke navxweyî ya Amerîka ye û biryareke serwerî ya serokatiya wî welatîye ti têkiliya wê bi Rûsya re nîne".

XS
SM
MD
LG