Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Amerîka Dijî Bankên Tirkîyê Gefan Dixwe


Kremlînê îro Çarşemê ragihand ku bankên dewletê yên Tirkîyê jiber bikaranîna kartên Mir yên Rûsya di bin zexta giran ya Amerîka de ne.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Amerîka dijî wan bankan gef xwariye ku ewê toleyên duyê ragihîne.

Di serî de Tirkîye û Vietnam bankên gelek welatan piştgîryên bo Mirê paşde kişandin.

Kartên Mir li şûna kartên Visa û Mastercardê têne xebitandin.

Amerîka û welatên Rojava tevgeran Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û ji destpêka şer vir ve dijî Moskowê toleyên berfireh radigîhinin.

XS
SM
MD
LG