Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Girtina Serokomarê Berê yê Moldova Fikaran Çêdike


Ajanasa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya ser girtina Serokomarê berê yê Moldova Igor Dodon ketiye fikaran.

Dodon bi piştgirîya ji Rûsya re dihat zanîn.

Reutersê ragihand ku Dodon roja Sêşemê serê sibê ji alîyê karbidestên ewlekarîyê yên Moldova ve hatiye girtin.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew jiber girtina Dodon ketine fikaran.

Peskov dîyar kir ku ew hêvî dikin ku mafên Dodon neyên binpê kirin.

XS
SM
MD
LG