Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Dibe ku Rêberên Rûsya, Tirkîye û Îranê di Serê Îlonê de Bicivin


Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov li Moskowê bi preskonferansekê dîyar kir ku dibe ku Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî di serê Îlonê de hilcivînekê pêk bînin.

Her sê rêberên ku ser Sûrîyê dicivin, berê li Tirkîyê û Rûsya kom bûbûn.

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin do Çarşemê dabû zanîn ku dibe ku hilcivîn li Tehran ya paytaxta Îranê pêk were.

Kalin dîyar kiribû ku bo wan peyvajoya Astana girîng e û ew dixwazin cenga li Sûrîyê bi rêkên dîplomatîk bi dawî bibe.

Tirkîye, Rûsya û Îran, di hevdîtinên Astana de, ku têde nûnerên rejîmê Sûrîyê û serhilda kom dibin, garantorîyê dikin.

XS
SM
MD
LG