Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Trump, Putin Vexwend Qesra Sipî


Kremlînê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump, Serokê Rûsya Vladimir Putin vexwendîye Washingtonê.

Interfax, ku ajanseke Rûs e, dîyar kir ku Trump di 20’ê Adarê de di axaftina bi rêka telefonê de Putin vexwend.

Berdevkê Kremlînê Yuriy Ushakov da zanîn ku jiber kêşeya di navbera Rûsya û Amerîka de, hevdîtina her du serokan ‘’ji her tiştî girîngtir e’’ û got ku dema hevdîtinê hîn eşkere nebûye.

Ushakov dîyar kir ku Trump, Putin vexwendîye Qesra Sipî. Berdekva Qesra Sipî Sarah Huckabee piştrast kir ku Trump û Putin dê bicivin, lê li ser cîhê hevdîtinê got ku ‘’Qesra Sipî tenê yek ji cîhên hevdîtinê ye’’

Girjîya di navbera Amerîka û Rûsya, ser jehrkirina Sergey Skripal yê sîxur li Brîtanya gur bûbû.

Piştî ku Brîtanya, Rûsya bi jehrkirina Skripal tawanbar kiribû, Amerîka biryar dabû ku 60 dîplomatên Rûs dersînor bike û konsolxaneya Rûs ya li Seattle jî bigire.

Rûsya ser helwesta Amerîka dîyar kiribû ewê 60 dîplomatên Amerîkî dersînor bike û konsolxaneya Amerîka ya li Petersburgê bigire.

XS
SM
MD
LG