Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin: Eger Amerîka Bixwaze Putin Jibo Diyalogê Amade Ye


Peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov û Vladimir Putin
Peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov û Vladimir Putin

Moskow 24ê Rêbendanê, Peyvdarê Kremlin roja Yekşemê ragihand ku Rûsya amdeye li gel rêveberiya nû ya serokê Amerîka Joe Biden bikeve di nava diyalogê de û serok Vladimir Putin bi kêfxweşî dê bersiva Amerîka bide eger ku heza diyalogê hebe.

Têkiliyên Amerîka û Rûsya ji dema şerê sar û vir ve, niha di asta herî xerab de ne. Nakokiyên herdu welatan li ser pirsa Ukraniya û rolê Rûsya, herwiha destxistina Rûsya ya nava hilbijartinên Amerîka de, ku Rûsya wê îdîayê her tim red dike.

Amerîka doh Şemiyê daxwaz ji karbidestên Rûsya kirbû ku xwepêşander û rojnamevanan serbest berde yên ku di dema protesto kirina girtina rexnegirê Kremlin Alexei Navalny de hatine girtin û ew tevgeryana Rûsya bi "taktîkên tund" binav kir ya ku li dij xwepêşanderan tê bikar anîn.

Ajansa Interfax gotina peyvdarê Kremlinê Dmitry Peskov ya ku di TV de hatiye weşandin gotiye"Helbet em li ser serkeftina diyalogê radiwestin."

Herwiha peyvdar dibêje"Ev dê ew diyalog be ya ku bi rastî li ser nakokiyan raweste û xalên aloziyan destnîşan bike. Lê di heman demê de diyalog gengaz e ji bo dîtina hin çareseriyên maqûl, pirsên biçûk dimînin, em nêzîkî hev dibin."

Peskov, herweiha dibêje"Eger ku Amerîka niyetek weha hebe, bêgoman ez di wê bawerê de me ku serok dê dilpakiya xwe nîşan bide."

Putin yek ji serokên cîhanê bû yên ku serkeftina Joe Biden di hilbijartinên 3ê Mijdarê de pîroz kirbû, pirsên giring ku tê xwestin çareser bibin di nava herdu welatên navokî de, peymana bisinor kirina çekane, ku weke New START tê naskirin ku dê 5ê meha Şiwatê bidawî bibe.

Qesra Spî hefteya borî gortû, Biden hewil dide ku peymanê bo 5 salên din nû bike, di heman demê de Krmelin jî daxwaza hin pêşniyarên berbiçav ji Washington dike.

XS
SM
MD
LG