Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Herêma Kurdistanê Bo Çareseriya Pirsgirêkan Seredana Bexda Dike


KRG
KRG

Çavkaniyên hikûmeta Bexda û yên herêma Kurdistana Îraqê radigihînin ku, şandeke wezarî bi serokatiya wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî roja Şemiyê seredana Bexda kir.

Berpirsekî partiya Demokrata Kurdistana Îraqê "PDK" bo ajansa Frans Pirês "AFP" daye xûyakirin ku şanda herêmê dê ligel berpirsên hikûmeta Bexda derbarê pirsên girêdayî deriyên sinorî û firîngehan danûstendinan encam bidin, ev yek ji aliyê kenalê Al-Hurra yê Amerîkî ku, bi zimanê Erebî li Virgina weşanê dike hatiye piştrast kirin.

Îdara herêma Kurdistana Îrqê dixwaze qedexeya Bexda ya liser firîngehên li herêma Kurdistanê heye bihê hilandin, zêdetirî 3 mehane hikûmeta Bexda qedexe daniye ser firîngehên li herêmê hene û rê nade firînên ji wan firîngehan bo cîhana derve pêk bihên, Bexda biryara qedexekirina firînan da, piştî encamdana referanduma serxwebûnê li 25î meha Îlona sala 2017an.

Seredana şanda herêma Kurdistanê, cara yekê ye, di astek weha bilind de seredana Bexda dike, piştî aloziyên cidî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de derketîn ji sedema encamdana referanduma serwebûnê li meha Îlona sala bûrî.

Piştî encamdana referendumê hikûmeta Bexda hejmarek siza danîne ser herêmê ji wana vekişandina hêzên Pêşmerge ji herêmên nakokbar, qedexeya liser firîngehan û radestkirina deriyên sinorî yên herêmê ligel Tirkiyê û Îranê hene, lê heta nihe deriyê Xabûr yê ligel Tirkiyê li jêr kontrola îdara herêma Kurdistana Îraqê de ye herwiha deriyên sinor yên Perwêzxan û Hacî Omeran piştî mawekê ji aliyê Îranê ve hat bûn girtin, berî çend rojan herdu derî dîsan hatin vekirin, Bexda dixwaze destê xwe dane ser hemû deriyên sinor yên herêma Kurdistana Îraqê bi cîhana derve girê dide.

XS
SM
MD
LG