Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Giringîya Beşdarîya Şanda Herêma Kurdistanê di Konferansa COP28 de


 Şanda Herêma Kurdistanê li COP28 - Dubai
Şanda Herêma Kurdistanê li COP28 - Dubai

Berdevkê Desteya Jîngehparêziya Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re ragihand ku beşdarbûna şanda Herêma Kurdistnaê di Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya derbarê guhertina jîngehê de ji bo bidestxistina çend armancan e.

Abdulrezaq Xeylanî ji Dengê Amerîka re got: "Hemû hewlên şandê ew e ku berê kompanyayên weberhênanê û welatên ku dixwazin projeyan çêkin bidin Herêma Kurdistanê û bi taybet hinek projeyên jîngehparêzî pêk bînin."

Berdevk got, "Em dixwazin xwe bi guherîna avhewayê ya gerdûnî re biguncînin".

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Pêncşemê li ser vexwandina fermî ya Serokê Îmarat ji bo beşdariya di Konferansa Guhertina Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) de gihîştin Dubai.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hesaba xwe ya Xê de peyamek weşand û got ku "Ez kêfxweş im ku ji bo merasîma vekirina #COP28 li Dubai amade me."


Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya X'ê nivîsî: "Metirsiya guherîna seqayê sînoran nas nake, lewra divê em bi hev re li dijî vê yekê tê bikoşin." Her wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabende bi erkên xwe û beşdariyê di hewlên navdewletî de.

Herwiha di twîteke din de Mesrur Barzanî dîmenên hevdîtin û pêşwaziya biendîn serok û rêberên Cîhanî re di tomareke vidoyê de nîşan da.

Pisporê jîngehê û mamostayê zanîngehê Dr. Abdulmuttalib Refaat derbarê giringiya beşdariya şanda herêmê ji Dengê Amerîka re got: "Konferan ji bo Herêma Kurdistanê bi kêr nayên û mijar bûye kevneşopî."
“Ev konferansên welatên pîşesazî bandoreke baş li ser navçeyên wan dike ku hewl didin gaz û gemarên jîngeh û axê kêm bikin, lê li Kurdistanê ev sûd û bandor nîne."

Li gor wî pisporê jîngehê, bajarên Herêma Kurdistanê bi taybetî navenda bajêr jîngeh xirab e û Silêmanî û Duhokê bi “pîstirîn” parêzgehên herêmê bi nav dike.
“Herêma Kurdistanê ji Iraqê herêmeke paqijtir e, lê em nabêjin jîngeheke paqij e, li gorî agahiyan Silêmanî û Duhok parêzgehên herî qirêj ên Herêma Kurdistanê ne.

XS
SM
MD
LG