Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstema Dadweriyê li Herêma Kurdistana Îraqê


Herêma Kurdistana Îraqê
Herêma Kurdistana Îraqê

Her çiqas Herêma Kurdistanê xwedî sazîya dadwerî û yasadanînê be jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li Dadgeha Federalî dide li Bexda.

Zêdebarî ku gelek dozên yasayî li herêma Kurdistanê hene li ser pirsên weke gendelî, bertîl wergirtin, gendelîya îdarî û darayî, baladestiya berpirsên hizbî û hikûmetê û gelek mijarên din, lê hêjî dadgehkirineke bi vî awayî li dadgehên Herêma Kurdistanê yekalî nebûye.

Sedema serlêdanên li Dadgeha Federalî li Bexda ji ber cudahiya sîstema dadweriya Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye?

Sedem ewe ku partî û kesayetiyên herêmê baweriya wan bi dadgehên herêmê ti neye?

Ev pirs û mijara sîstema dadweriyê li Herêma Kurdistana Îraqê bi mêvanên bernamê re tên gotûbêj kirin, û tê nirxandin.

Mêvanên bernamê:

  • Yadgar Mehmûd Endama Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê ji Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê.
  • Îsmaîl Namiq, Şareza û mamostayê yasayê, koleja yasa, zanîngeha Silêmaniyê.
  • Derya Mihemed, hiqûqnas, xwediyê bawernameya masterê ya hiqûqê ye.

Bernama Taybet _Zhiyar_Dadga_22aug23.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:31 0:00
XS
SM
MD
LG