Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke Dronan Kampeke Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê Dike Armance

Êrîşeke dronan îro Sêşemê kampeke Partîya Zehmetkêşanên Kurdistanê li navçeya Surdaşê li parêzgeha Silêmanîyê kir armanc. Di encamê de sê Pêşmerge birîndar bûn.

Emced Hisên Penahî, yek ji serkirdeyên Zehmetkêşanên Kurdistanê, ji Dengê Amerîka re got: "Êrîş bi droneke celebê Şahîd li ser kampa me ya li Surdaşê pêk hat û xuya dike ku êrîş ji alîyê Îranê ve hatiye kirin."

Penahî herwiha got ku "di encama êrîşê de sê Pêşmerge birîndar bûn ku birîna du ji wan giran e."

Heta niha ti alî berpirsîya xwe ya vê êrîşê nexistiye stûyê xwe.

Tevî ku piştî agirbesta Amerîka, Îsraîl û Îranê êrîşên rejîma Îranê û komên wê yên çekdar li Îraqê ser Herêma Kurdistanê kêm bûne, Îranê bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Herêmê kiriye ku bingeh û navendên partîyên Rojhilat li Herêma Kurdistanê nemînin.

Ji destpêka şer ve li 28'ê Sibatê, heta niha dora 700 êrîşên mûşek û dronan ji alîyê Îran û komên çekdar ên girêdayî wê li Îraqê ve li dijî Herêma Kurdistanê pêk hatine. Di encama van êrîşan de 14 kes hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG