Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senaryoyên Avakirina Hikûmeteke Nû li Herêma Kurdistana Îraqê


Encamên dawiyê yên hilbijartinên 30î Îlonê li herêma Kurdistana Îraqê roja 21ê meha borî hat ragihandin.

Dadgeha lidûfçûnan Duşema borî encamên komîsyonê pejirandin. Li gorî encamên dawiyê PDKê 668,070 deng bidest xistin û bo xwediya 45 kursiyên palamenê, YNK 319,912 deng anîn bo xwediyê 21 kursiyan, tevgera Goran 12 kursî, Velivîna Nifşê Nû (newey Niwê) 8 kursî, Komela Îslamî 7 kursî, Enya çaksaziyê 5 kursî û hin listan jî tenê Yek kursî bidest xistin.

Piştî ku roja Çarşemê parlamena Kurdistanê rûniştina dawiyê encam da. Niha parlamena nû dikare civîna yekê encam bide û serok û cîgir dê werin destînşan kirin. Serokê nû rasterast dikare lîsta herî mezin destnîşan bike bo avakirina hikûmeteke nû.

Hello Washington, di xeleka nû de mijara senaryoyên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi mêvanên xwe re gotûbêj kir.

Şêweya nû ya hikûmetê dê çawa be? Hêzên ku dê beşdarî hikûmetê bibin kî ne? Gel hikûmetek çawa hêvî dike? Ev pirs û mesela çawaniya destpêkirina danûstendin jibo hikûmeteke nû, mijara bernamê bû.

Cemîl Xidir berpirsê YNK'ê yê Melbendê Şengal
Cemîl Xidir berpirsê YNK'ê yê Melbendê Şengal

Cemil Xidir perpirsê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) yê melbendê 15 li Şengal, tev li bernamê bû.

"Realîteya Herêma Kurdistanê wiha dixwaze ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK) bê YNK'ê hikûmetê ava neke, jiber ku YNK hem hêzeke siyasî û hem ya leşkerî ya mezin e li herêmê".

Têbînî: Mêhvanên bernamê wiha hatibûn plan kirin ku Abdulselam Berwarî, kadroyekî pêşkeftî yê PDK û şirovekarekî Partî Demokratî Kurdisan e, ew jî beşdarî bernamê bibe. Mixabin me nikarîbû xwe bigehînin Berwarî heta dawiya bernamê hewildan dihatin dom kirin lê telefon girtîbû. Bi beşdarbûna Berwarî weke nûnerê PDK'ê di bernamê de gelek giring bû.

Hello Washington Senaryoyên Avakirina Hikumetek Nû li Herêma Kurdistanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:27 0:00

XS
SM
MD
LG