Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Pirsa Budce û Hewlên Tixûbdarkirina Herêma Kurdistanê


Nêçirvan Nourî
Nêçirvan Nourî

Piştî derbasbûna gera 5mîn ya danûstandinên di navbera şandê hikûmeta Herêma Kurdistanê û karbidestên hikûmeta federal ya Îraqê de, şandê kurdan careka din destvala vegerîya û negehişt encamekê derbarî beşa herêma Kurdistanê ji budca sala 2021an.

Hikumeta Bexda daxwaza radestkirina derhênan û firotina petrola Herêmê dike, li dema hikûmeta Herêmê amade ye 250 hezar bermîlên petrol radestî Bexda bike.

Nakokiyên li ser pirsa budcê qeyraneka aborî peyda kiriye heta gehiştiye astê daxwazkirina têkeliyên rastexew digel Bexda weko ew daxwaza li parêzgeha Sulêmanîyê tê kirin.

Hindek Şareza bawer dikin ku girêdana peywendiyên diravî digel Bexda gefan liser mana Herêma Kurdistanê dike, lê şirovekarê siyasî Nêçirvan Nourî di bernama Tirêj a Dengê Amerîka da got ku têkeliyên parêzgeha Sulêmaniyê digel Bexda bitenê têkeliyên daray ne û ti ziyanê nagehîne Herêma Kurdistanê.

ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Tirej # 95
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:34 0:00


XS
SM
MD
LG