Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnera Herêma Kurdistanê li Washington: Heta ji Destê Me Bê Emê Rêwîtîya Welatîyan Hêsan Bikin

Nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê dibêje di vê dema dijwar de çi ji destê wan tê dikin da ku rêwîtîya welatîyan hêsan bikin.

Di encama alozîyên li deverê de, piranîya hêlên asmanî firînên xwe li Rojhilata Navîn rawestandine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemahengî ligel Wezareta Navxweyî û Wezareta Tendirustîyê odeyeke operasyonan ava kiriye da ku alîkarîyê bike ji bo vegera welatîyên ku li derveyê Herêmê asê mane yan jî ewên ku serdana Herêmê dikin û dixwazin vegerin welatên xwe.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Tirîfa Ezîz di daxuyanîyeke nivîskî de ji Dengê Amerîka re got ku ewlekarîya sivîlan girîngîya herî bilind a Herêma Kurdistanê ye.

"Em her tiştê ku ji destê me tê dikin da ku gelê xwe biparêzin û di van demên dijwar de rêwîtîya wan hêsan bikin," Ezîz got.

Nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê dibêje ku Wezareta Navxweyî û Ofîsa Peywendîyên Derve bi hemahengî ligel Komara Tirkîyê vîzeya demkî ya pênc rojî dane kesên xwedî paseporta Îraqî. Ev jî dê alîkarîyê bide kesên ku dixwazin bi rêya Tirkîyê derkevin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Duşemê bang li welatîyên Amerîkî yên li Behreyn, Misir, Îran, Îraq, Îsraîl, di nav de Kenara Rojava û Xeza, Urdun, Kuweyt, Libnan, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Sûrîye, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û Yemenê kir ku demûdest derkevin.

Mora Namdar, Alîkara Wezîrê Derve got: "Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezareta Derve ji Amerîkîyan daxwaz dikin ku demûdest bi rîya geştên asmanî yên bazirganî ji van welatan derkevin."

Namdar got ku agahdarî ji ber "metirsîyeke cidî ya ewlekarîyê" ye.

XS
SM
MD
LG