Balyoza Amerîka li Bexdayê Alina L. Romanowski, îro Sêşemê ragihnad ku wê civînên giring bi berpirsên Herêma kurdistana Îraqê re encam dan.
Di rêze peyamnên xwe de di platforma 'X' de xanim Romanowski dide zanîn ku ji doh û vir wê civîn bi Serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barazanî û Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Masûr Barzanî re re lidarxistine.
Di peyamên îro de jî dide zanîn ku bi Serokê PDKê Mesûd barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civî ye.
Alina L. Romanowski dibêje "Min bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin çêkir.
Me li ser rêyên Amerîka yên çareseriyê ji bo piştevaniya hewlên diyaloga berhemdar di navbera Hewlêr û Bexdayê de û giringiya yekrêziya Kurdan ji bo bidestxistina armancên hevbeş û piştgiriya aramiya navçeyî gotûbêj kirin."
Romanowski herwiha dibêje "Min bi Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad talebanî re hevdîtin kir.
Me hilbijartinên dahatû, reformên aborî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û planên wê yên pêşerojê gotûbêj kirin. Herwiha me bi awayekî eşkere tekezî li ser bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê di nava hikûmeta federal de kir."
Ji hejî bîrxistinê ye ku di peyemnên xwe yên çend seatên borî de behsa hevdîtinên bi Serokê Herêmê Nêçîrvan barzanî û Serokê Hikûmeta herêmê Mesrûr Barzanî re encam dabû.
Weke di peyaman de tê xuyakirin û çavdêrên ji Herêma Kurdistanê didin zelal kirin ku armanca civînan başkirina têkiliyên Hikûmerta Herêmê û Hikûmeta Navendî ya Bexda re ye, ku ev demeke duberî û alozî li ser budceyê û mûçeyên karmendên herêma Kurdistanê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, herwiha derbarê Kerkukê alozî dom dikin.
Xala duyan ya hevdîtinan, yekkirina navmala kurdî ye û çareseriya pirsgirêk û aloziyên heyî bi rêya diyalogê, bi taybet aloziyên di navbera PDK û YNKê de ne.