Civata Ermenî, li parlamana Herêma Kurdistana Îraqê xwedîyê 1 kursîya kota ye. Piranîya Ermenîyan li parêzgeha Duhok, li Zaxo dijîn û bo vê kursîya 5 kandîdên wan hene.
Bahik Kemal yek ji berbijarên Ermenî ye û dibêje ew spasîya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bo wan kursîyek kota danaye.
“Di warê perwerdê de pisporîya min heye. Ger ez bi ser ketim, ezê nûnerîya gelê xwe bikim û li ser perwerdê projeyên min dê hebin.”
Yaqob Gorgis, serokê lîsta rafîdeyin ya mesîhîyan got ku ferq û cûdahî digel pêkhatan tê kirin.
“Ger em çûn parlamanê, emê hewil bidin ku yasayek hebe ku xizmeta tevahîya gelê Kurdistanê bike û mafê pêkhatan were parastin.”