Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Îraqê Biryara Desteserkirina 11 Îraqîyan Didin


Karbidestên Kurdên Îraqî îro Duşemê ragihand ku wan biryara desteserkirina 11 Îraqîyan daye ku di nav wan de rêberên mîlîsên hêzdar jî hene.

Dozgerîya Herêma Kurdistana Îraqê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku biryara girtina 11 Îraqîyan hate dayîn û divê dadgeheke Hewlêrê wê yekê bişopîne.

Di nav kesên xwestî de Qais el Xazalî, damezrêner û rêberê hêza Asaib Ehl el-Haq ya bi piştgirîya Îranê jî heye ku ew yek ji pêkhatîyên herî xurt ya Haşda Şaabî ye.

Haşda Şaabî, di şerê dijî DAIŞ’ê de, li kelêka hêzên federal yên Îraqî roleke girîng dilîze.

Kesên din ku di lîsta Kurdan de cîh digirin Rayan el-Keldanî yê rêberê mîlîsên Krîstîyan e ku beşekê ji Haşda Şaabî ye û qanûndanêrê Şîa Hanan el-Fatlawî jî hene.

Biryara Kurdan, ku sedema qanûnî hîn nayê zanîn, di vê demê de tê ku peywendîyên Bexda û Hewlêrê, jiber referanduma serxwebûnê gelek aloz e.

Dadgehehe Bexda berî çend rojan, bi sedema dizî û pere xwarinê, fermana girtina Babekir Zêbarî, serokerkanê berê yê Îraqê dabû.

Hefeya borî jî li hember cîgirê serokê herêmê, Kosrert Resûl jî dozek hatibû vekirin ku wî hember artêşa Îraqî bêrêzî kiriye.

XS
SM
MD
LG