Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Kurdistanê Xwepêşandanên Dijî Hikûmetê Tên Kirin


Li Herêma Kurdistana Îraqê îro Duşemê li jimareke bajar û bajarokan xwepêşandanên dijî hikûmetê berdewam dikin.

Di xwepêşandanên li Silêmanî de bi hezaran kes, jiber wernegirtina muçeyan û tunebûna xizmetên giştî herikîn kolanan.

Televîzyona NRT ragihand ku hêzên ewlekarî li Silêmanî gazên rondikrêj bi kar anîn ku xwepêşander ji hevdu cihê bikin û jimareke kes di encamê de birîndar bûn.

Bilî Silêmanî, li Kalar, Ranya, Taqtaq,Çemçeamal, Koye, Rewanduz, Halabce, Said Sadiq û Qaladize û herwiha li taxên Taqiya, Sengeser û Pîramagrûn jî xwepêşandanên girseyî yênj dijî hikûmetê didomin.

Li Pîramagrûn ofîsên Partîya Demorkata Kurdistanê (PDK), Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran hatin şewitandin.

XS
SM
MD
LG