Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Xwepêşandanên Nerazîbûnê yên li Herêma Kurdistanê


Sebri Silêvanî, Ayhan Said û Xalid Ehmed
Sebri Silêvanî, Ayhan Said û Xalid Ehmed

Ev pênc roj in, li Herêma Kurdistana Îraqê xwepêşandanên nerazîbûnê li dij desthilata Herêmê tên encam dan.

Giranîya xwepêşandanan li parêzgeha Silêmanî berdewam dikin, bi taybet li qeza Ranya û hin bajarokên din.

Desthilata Herêma Kurdistanê xwepêşanderan bi encamdana tund û tûjî tawanbar dikin, herwiha karbidest dibêjin ku xwepêşandan li gor ajenda û destên derve pêk tên.

Xelkê nerazî di xwepêşandan de daxwaza mehaneyên xwe, başkirina xizmetên jîyanê yên wek av, gaz û elektrîkê dikin, herwiha nemana desthilata niha ya hikûmeta û parlemanê dikin.

Di xwepêşandan de hin kes hatine kuştin û bi sedan jî kes birîndar bûne, herwiha jimareke xwepêşander hatin binçav kirin.

Hello Washington, vê heftê ev mijara girîng bi sê mêvanan re gotûbêj kir:

Xalid Ehmed, endamê kargêr yê Liqa Yek ya PDK li Duhokê
Sebrî Silêvanî, endamê Malbenda Çar ya YNK li Duhokê
Ayhan Said, rojnamevan, Silêmanî

Hello Washington, 22.12.2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:32:23 0:00


XS
SM
MD
LG