Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Kurdistana Îraqê Dengdana Taybet ya Pêşdem Didome


Li Herêma Kurdistana Îraqê, ku roja Yekşemê hilbijartinên parlamanê têne kirin, îro dengdana taybet ya pêşdem berdewam dike.

Li gor qanûnên Herêma Kurdistana Îraqê kesên wek polîs, pêşmerge, leşker, karmendên saxlemeyê û yên ku roja dengdanê kar dikin, dikarin di dengdana pêşde de dengê xwe bidin.

Navendên dengdanê ku di demjimêr 8’ê sibê destpê kir, wê heta 6’ê êvarê bidome.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku mafê 170,469 dengder heye ku di vê dengdana taybet ya pêşdem de dengê xwe bidin.

Di hilbijartinên giştî ya Herêma Kurdistanê de, jibo 111 kursîyên parlamanê ji 29 partî û tevgeran 773 berbijar hene ku 241 ji wan jin in.

Komîsyona Bilind ragihand ku 22 rêxistinên navnetewî jibo şopandin û çavdêrîkirina hilbijartinan navên xwe bi komîsyonê tomar kirine.

XS
SM
MD
LG