Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kempeyna Hilbijartinan û Tecrûbeya 26 Salan ya Prosesa Demokrasiyê li Herêma Kurdistanê


Alî Oremar û Îsmail Mustefa

Bi şêweke fermî roja 11î Îlonê Kempeyna hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistana Îraqê hat ragihandin, di roja yekê ya kempeynê de wêne û dirûşmên herdu partiyên sereke li herêmê PDK û YNK di zehif dihatin dîtin û bala destî hebû.

Hêzên opozisyon li herêma Kurdistana Îraqê, ku bi Çar aliyên rikaber tên naskirin: Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan, Komela Îslamî ya Kurdisantê û Hevpeymaniya jibo Demokrasî û Dadweriyê, her tim gilî gazinên wan hene li ser sextekarî û zêdegaviyên herdu partiyên desthilatdar li Kurdistanê.

Raport didin zanîn ku rêjeya dengdanê di hilbijartinên ku 30î Îlonê dê pêk bên, dê gelek kêm be, jiber ku di pêvajoya 26 salan de ji prosesa demokrasiyê li Herêma Kurdistanê heta niha guherînên berçav nehatine dîtin û pêk nehatin e.

"Kempeyna Hilbijartinan û Tecrûba 26 salan ya Prosesa Demokrasiyê li Herêma Kurdistana Îraqê" mijara bernama Hello Washington bû. Ev mijar bi mêhavan re hat gotûbûj kirin, mêvanên bernamê, Alî Oremarî Kargêrê Hevpeymaniya jibo Demokrasî û dadweriyê li Badînan û Îsmail Mistefa berpirsê ragihandinê yê Şaredariya giştî ya Duhokê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:25:09 0:00

XS
SM
MD
LG