Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîza Sîyasî ya Herêma Kurdistanê Kûrtir Dibe


Bajarê Hewlêrê
Bajarê Hewlêrê

Ajansa Reuters radigihîne ku girjîya li Herêma Kurdistanê îro Duşemê kûrtir dibe, piştî ku hêzên ewlekarî yên Kurd nehêla ku Serokê Parlemana Herêma Kurdistanê here paytaxt Hewlêrê.

Daroun Rahim, alîkarê Serokê Parlemanê Yusif Mihemed ji Reuters re got ku hêzên ser bi Partiya Demoqrata Kurdistanê (PDK) ew li ser rêya Silamêmanî û Hewlêrê zivirand û nehêşt ku têkeve nav Hewlerê ku parleman lê ye.

Rahim nehêlana Mihemede ji Hewlêrê re wek pêşketineke pir xeter bi nav kir.

PDK ku Hewlêrê kontrol dike, partîya Mihemed, Tevgera Goran tawanbar dike ku bûye sedema xwepêşandanên dijî wê ku 5 kes tê de hatin kuştin.

Biryara PDK di vê demê de tê ku xwenîşanderan li Silêmanî êrîşî jimareke ofîsên PDK kirin û ew şewitandin.

Tevgera Goran ku navenda wê li Silêmanî ye xwedîyê piştgirîyeke xurt e, li wî bajarî. Goran roja Yekşemê hate agahdar kirin ku divê wezîrên wê yên nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê venegerin ser kar.

Rêberê payabilind yê PDK Hemin Hawrami do Twitter de ragihand ku “Goran nema di hikûmetê de ye”.

XS
SM
MD
LG