Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Arîşeya Wernegirtina Mûçeyan Dibe Sedema Nerazîbûnê


Herêma Kurdistanê bi krîza aborîyê rûbirû ye û kêşeya serekî nedana mûçên fermanberan e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek soz û daxuyanîyan li ser dana mûçeyê dide, lê di warê praktîkê de ew soz bi cîh nayên û ew jî bûye egera ji destdana bawerîyê li cem hemwelatîyan.

Fermanber Cemal Çelkî dibêje ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê biryara reform û çaksazîyê daye, lê di warê praktîkê de wan ti pêngavên cidî nedîtine.

Hemwelatî Dildar Mihemed jî dibêje ku ne tenê ew, lê bawerîya piranîya welatîyan bi sozên hikûmetê nemaye.

Mamosta Muhsin Ebdulrehman jî dibêje ku rastgoyî di navbera welatîyan û hikûmetê de bawerîyê peyda dike.

“Lê daxuyanîyên cuda cuda yên hikûmetê li ser dan û nedana mûçeyan û birîna mûçeyan ew bawerî hatiye ji destdan. Dîsa, gotinek di nava gel de peyda bûye ku mûçe bûye nûçeya bi lez.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala 2020'an de fermanberên Herêma Kurdistanê tenê 5 mûçe wergirtine, lê 2 ji wan bi birîna % 21 û yek jî bi birîna % 18 pêk hatiye.

SB_02_08_2021_Mûçe
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG