Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Metranên Kerkuk Û Silêmanyê: Îraq Welatek Mandîye Bûye Xelk Koçber Dibin


Dr. Yusif Toma, serokê metranên krîstiyanên Kerkuk û Silêmaniyê
Dr. Yusif Toma, serokê metranên krîstiyanên Kerkuk û Silêmaniyê

Serokê metranên krîstiyan yên Kerkuk û Silêmaniyê radigihîne ku, ew dem derbaz bûye ku desthilat dijatiya olî bikin, jiber ku dem weha bûye ku guherîn heta bi ser xeman de jî peyda bibe.

Dr. Yusif Toma serokê metranên Kerkuk û Silêmaniyê di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka dibêje, "Li gor hejmara krîstiyanan, ne li Kerkuk û ne jî li seranserî Îraqê me serhijmarek taybet ya krîstiyanan li berdest nîne, tê gotin ku berî sala 2003ê, hejmara krîstiyanên Îraqê 1.5 mêlyon kes hebûn, niha hejmara wan ji 500 hezar kesî kêmtire, beşek zêde ya xelkî koç kirîye û welat bicih hiştine, û dema ji welat derketîn jî, em nehatine agihdar kirin, jiber wê yekê tu statistîkên dirust li ber dest nînin."

Derbarê rewşa krîstiyanên Kerkuk Dr. Yusif Toma dibêje "Rewşa krîstiyanan jî weke rewşa yên din e, dema elektirîk tê qutkirin, li ser krîstiyan û yên din jî tê qutkirin, baran bibare bo mesîhiyan û yên ne mesîhî jî dê bibare."

Serokê metranên krîstiyan yên Kerkuk û Silêmaniyê ku li dêra Kerkukê bo Dengê Amerîka axivî zelal kir ku ew serdem derbaz bûye yê ku desthilatdar dijatiya olan bikin, guherînên mezin çêbûne, van guherînan we kirîye ku ol ne xema tenê be, xem bûye jiyana xelkî, xem ewe ku dema xort zanîngehan temam dikin li kîderê kar bike û bihê damezrandin, êdî koç kirin bûye xem û got, "Piştî DAIŞê pêlek mezin ya malbat û xwendekaran hatin ba me li Kerkuk, bajarê Kerkuk gelek derbider pêşwazî kirin, nêzî sêçarek milyon derbider bo dema 4 salan li Kerkuk man, heta ku vegeriyan cih û warên xwe, Kerkuk bajarek mêhvandoste," Dr. Yusif Toma got.

Di dawiya hevpyvîna bi Dengê Amerîka re, Dr. Yusif Toma xembariya xwe ya koç kirina xelkê Îraqê anî ziman ku ew li ser rêyên koçberiyê di mirin û di avan de di xeniqin û got "Yên koçber dibin ne tenê krîstiyan in, herî kêm 4 mîlyon Îraqî koçber bûne, jiber ku welatê me, welatek mandi ye."

Raporta Kerkukê 01 01 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG