Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîkûmeta Kûbayê Xwepeşandanan Qedexe Dike


Cuban flags cover the windows of the house of actor, playwright and leader of the Facebook group called Archipelago, Yunior Garcia, in Havana, Cuba, November 15, 2021.
Cuban flags cover the windows of the house of actor, playwright and leader of the Facebook group called Archipelago, Yunior Garcia, in Havana, Cuba, November 15, 2021.

Polîsê Kûbayê roja Dûşemê bi jimarekê mezin ya hezên xwe di nav bajarê Havana ya Kubayê de belav kir bo peşigirtina xwepeşandanekê qedexekirî. Polis her wiha plankerên xwepeşendana roja Duşêmê girtin û der u dorê xaniyên çalakvanan û rojnemavanên serbixwe dorpeç kirin ku tevlî xwepesandanê nebin. Hejayî gotineyê ku ji ber hezeka mezin ya polîsan peşîya çekirina xwepeşandan hatiye girtin.

Hîkûmeta Serok Miguel Diaz-Canel iddîa dike ku ew xwepeşandanê bi navê “Meşa Sivîl bo Guhertinê” hatiye qedexekirin bi hinceta ku ew planekê tekîlbûna Amerika yê.

Xwepeşandan ji aliye grupekê bi navê Archipielago hatibû plankirin ku Yunior Garcia Aguilera yê 39 salî rebertîya we dike. Grup banga azadîyên berfireh dikin her wiha azadberdana bi sedan girtîyan dikin bi taybet ku di xwepeşandanên meha Temmuzê de hatibûn girtin.

Wezîrê Derveye Kûbayê we xwepeşandanê wekî operasyoneke tevlîhevkirinê ya Washington bi nav kir. Hîkûmeta Kûba ji dibeje ew e nehelê ku kiryarên “li diji şoreşê” û “terorî” biserkevin.

Wezirê Derveyê Amerîka Anthony Blinken roja Yekşemê bi daxuyanîkê bang li hîkûmeta Kûbayê kir ku rêz ji mafên xelkê Kûbayê bigire ku destûr bide ku xelk bi rêyekî aramî kombibin û dengê xwe bê tirsa hikumete bikarbinin.

XS
SM
MD
LG