Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Havana Paytexta Kuba Xwepêşandanên Girseyî Dijî Desthilatê


Xwepêşandanê li Kubayê
Xwepêşandanê li Kubayê

Li Kubayê roja Yekşemê bi hezaran welatî dijî hikûmetê daketin kolanan û karvekişîna serokê welêt Mîguel Dîaz-Canel daxwaz kirin.

Ev wek xwepêşandana weke ya herî mezin ya dijî hikûmetê ya li Kubayê ya bi dehan salan tê nirxandin.

Bi hezaran kesên ku xwepêşandanê bûn diruşmeyên azadiyê avêtin, û wan rewşa aborî û pirsgirêkên bi sedema pandemîya vîrusa korona protesto kirin.

Di meşa ku li paytext Havana hat li dar xistin de li hin qadan de di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derket û her wiha hin kes ji hêla polîsan ve hatin desteser kirin.

Li hin bajarên din yên welêt jiber kêmasîya xwarin, derman, vaksîn û elektrîkê xwepêşandanên bi heman rengî hatin dar xistin.

Serokê Kubayê Mîguel Dîaz-Canel di derbarê protestoyan de got ku ew ji rewşa gel haydar in û xwepêşandan wek kampanyayekî medya civakî ya 'mafya Kubayî yên Amerîkî', binav kir.

Dîaz-Canel toleyên bazirganî yên di dema seroktîya Donald Trump de hatibûn ragihandin wek sedema bingehîn ya pirsgirêkên Kubayê destnîşan kir.

Hevdem, wî bang li gel kir da ku dijî hewildanên provakasyonê hişyar bin.

Karbidestên rêvebirîya Amerîka jî ser protestoyên li Kuba daxuyanî ragihandin.

Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîka Julie Chung li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

“ Xwepêşandanên aştîyane li Kuba mezintir dibin da ku gelê Kubayî fîkarên xwe yên jiber zêdebûna bûyerên / mirinên & kêmasiyên COVID'ê destnîşan bike. Em hewldanên xurt yên gelê Kubayê yên bo alîkarîya cîranên xwe yên hewcedar slav dikin, ” Chung got.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka Jake Sullivan jî di peyama xwe ya Twitterê de drîyar kir ku Amerîka piştgirî dide xwepêşandanên alîgirên aştîyê yên li Kubayê û ew her cûreyên şîdeta dijî xwepêşanderên aştîxwaz, şermezar dike.

Carlos Fernandez de Cossio berpirsê peywendîyên Kuba yên bi Amerîka re bertek nîşanê karbidestên Amerîkî da.

“ Wezareta Karên Derve ya Amerîka û karbidestên wê, ku jibo nearamîya civakî û siyasî li Kubayê piştgirîyê dikin, divê ew ji durûtîya daxuyanîyên qaşo bo fikarên ser rewşa ku ew jixwe piştvanîyê dikin, dûr bisekinin. Kuba, berevajîyê Amerîka, welateke aram e û ewê wiha bimîne, “ Fernandez got.

Ji alîyê din, Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador îro Duşemê ragihand ku Amerîka divê ambargoya aborî ya ser Kubayê bidawî bike da ku alîkariya gelê wir bike.

"Rastî ev e ku heke yekê ku dixwaze alîkarîya Kubayê bike, tiştê yekê ku divê were kirin rawestandina dorpêça Kubayê ye ku piranîya welatên cîhanê diaxwaz dike," Lopez Obrador got.

Lopez Obrador, yek ji çepgirên herî berbiçav yê li Amerîkaya Latîn e, dilsozîya xwe bi gelê Kubayî re anî ziman û daxwaz ji welatan kir ku destwerdana welatê ku rêvebirîya Komunîst serwer e nekin û her wiha bo armancên siyasî rewşê bikar neynin.

Hevdem, Lopez Obrador bo çareserîyeke aştîyane ya xwepêşandanan bang kir û got ku Meksîko amade ye ku derman, vaksîn û xwarinê bişîne Kubayê, heke hikûmeta welêt bixwaze.

XS
SM
MD
LG