Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry ligel Wezîrê Derve yê Kuba Rodriguez Kom Bû


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û hevtayê wî yê Kubayî Bruno Rodriguez

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, di pêş hilcivîna herêmî de, li Panama bi hevtayê xwe yê Kubayî Bruno Rodriguez re kom bû.

Karbidestekî bilind yê Wezareta Derve got, hevdîtina Kerry ligel Rodriguez pir erênî bû û her du alî jî hevbîr bûn ku hin pêşketin peyda bûne.

Karbidest zelal nekir ku pêşketinê çi rengî derketine, lê wî dîyar kir ku her du alî heweskar in ku bo çareserkirina kêşeyên heyî bixebitin.

Wezareta Derve ya Amerîka wêneyek twît kir ku tê de Kerry û Rodriguez bi rûkenî destê hev digirin.

Hêjayî gotinê ye, Kerry û Rodriguez li Panama ne ku beşdarê Hilcivîna Dewletên Amerîkî bikin ku îro Înê destpê dike.

XS
SM
MD
LG