Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd, Erebên Sûnî bi Erebkirina Kerkukê Tawanbar Dikin


Kerkuk
Kerkuk

Piştî kesekî Ereb yê Sûnî weke parêzgarê Kerkuk hat wezîfedar kirin, Kurd dibêjin ew hewila erebkirina Kerkukê didin, lê Erebên Sûnî wê îdiaya Kurdan red dikin.

Kurd nihe dibêjin piştî ku, yekî Ereb yê Sûnî bû parêzgarê Kerkuk,hejmarek zêde ya welatiyên Ereb tên ciyên Kurdan, lê Erebên Sûne vê yekê red dikin.

Mihemed Osman, yek ji nûnerên Kerkukê di parlamena Îraqê de dibêje”Parêzgarê Kerkuk weke berî sala 2003 Ereban tîne Kerkuk û wî bajarî pir Ereb dike”.

Herwiha Parlamenter dibêje, ji aliyê Rojava û Başûrê Kerkukê ve, prosa bi erebkirina herêmên Kurdan hatiye destpêkirin û got”bi rêjeke bilind Ereb anîne Kerkukê, piştî sala 2003an Kurd vegeriyane ser mal û cihên xwe, vê yekê qebûl nakin, jiber wê yekê alozî peyda bûne“.

Îsmail Hedîdî, serokê encûmena siyasî ya Erebên Sûnî li Kerkuk, red dike ku Sûnan plana erebkirina Kerkukê hebe û dibêje”Ew malbatên Ereb yên anîne gundê Pelkane, tenê 10 malbat in, mesele ne ewqas mezine weke tê gotin“.

Hedîdî dîsan dibêje, wan malbatan gotiye jiber ku me xanî li wêderê avakirin, emê tenê xaniyên xwe bikar bînin, weke din zevî û erd yê Kurdan e.

Dilşad Kerkuk_ 14.01.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00

XS
SM
MD
LG