Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Îraqê jibo Pîrozbahiyê li Şengalê Ye


Khalid Al-Ubaidy Iraqi Ministry of defence
Khalid Al-Ubaidy Iraqi Ministry of defence

Îro roja Înê 27 mijdarê wezîrê berevaniya Îraqê Kalid Al-Ubaidî bi seredanekê giha bajarê Şengal, daku rigarkirina Şengalê, li hêzên pêşmergên Kurdistan pîroz bike.

Serok Erkan Jemal M.Omer hind fermandarên HPK.
Serok Erkan Jemal M.Omer hind fermandarên HPK.

Wezîrê berevaniya Îraqê Xalid Al-Ubaidî pîştî li Hewlêr civîn li gel Serokê herêma Kurdistan , birêz M.Barzanî encam dan, ew bi seredanekê çû bajarê Şengal, ev cara yekê ye berpirsekî Iraqî di asteke bilind de bê herêmê, piştî çekdarên Daişê di tebaxa sala 2014 de, herêm dagîrkir bû, bi hezaran xelkê herêmê bi taybet welatiyên ji Ola xwe Êzidî hatbûn revandin û kuştin, bajarê Şengal roja 13 meha mijdarê 2015ê ji aliyê hêzên kurdistanî de ji çekdarên Daişê hat paqijkirin.

Fermandarên Hêzên Pêşmergên Kurdistan
Fermandarên Hêzên Pêşmergên Kurdistan

Serok Erkanê Wezareta Pêşmergên Kurdistan, birêz Jemal Mohemed Omer ji bo pişka kurdî ya Dengê Amerîka derbarê armanca seredana wezîrê berevaniya Îraqê Xalid Al-Ubaidî got "armanca seredana wezîrê berevaniya Îraqê pîrozbayî ya rizgarkirina Şengalê bu li hêzên Pêşmergê Kurdistan".

Birêz Jemal Omer herweha gote Dengê Amerîka, wezîrê berevaniya Îraqê û fermandarên hêzên pêşmergên Kurdistan liser rewşa ewlekariya herêmê hind civîn encam dan, herweha liser planên rizgarkirina herêmê û bajarê Musil gotûbêj hatin kirin.

Temamiya dîdarê di faila deng de guhdarî bike:

Didar Li gel Serok Erkan Jemal M.Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:20 0:00

XS
SM
MD
LG