Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Egitim-Sen: Endamê Me jiber Axaftina Kurdî Hate Sirgun Kirin


Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistî (Egitim-Sen) ya Wanê di
preskoferasekê de dîyar kir ku endamê wan mamoste Medenî Oruç, bi sedema ku li dibistanê bi zarokan re ‘Kurdî axifîye’ hatiye sirgun kirin.

Sekreterê Perwêrdê yê sendîkayê Orhan Buran got ku jiber mamoste ligel
şagirtên xwe Kurdî axifîye, bûye armanca lêpirsînê û ji bajarê Giresunê ya
li bakurê Tirkîyê re hatiye sirgun kirin.

“Hevalê me Medenî Oruç dema di Dibistana Seretayî ya Ferît Melen de ligel
xwendevanan Kurdî axifîye, di derbarê wî de bi îdîaya ‘perwêrdeya Kurdî daye û malbata xwedekarî gilî kirîye’ lêpirsin vedibe. Di lêpirsînê de ev îdîa bi giştî vala derdikeve. Lê dîsa jî hevalê me sirgunî Giresunê kirin. Ev bûyera
qewîmîye, ne bi tîştekî ji rêzê ye û qedexekirina zimanê mîletekî di vê demî
de şerm e."

Buran dîyar kir ku wek sendîka, ew ligel endamê xwe ne û ewê heya dawîyê mafê hevalê xwe biparêzin.

Hêjayî gotinê ye ku Rêbebirîya Perwerdê ya Wanê hewilên me yên şîroveya
derbarê îdiayên Egitim-Senê bê bersîv hatin hiştin.

XS
SM
MD
LG