Nûnerê partîyeke Kurd bi tundî red kir ku hêzên wan derbasî Îranê bûne, li vê dema ku xwepêşandanên dijî rejîmê berdewam dikin.
Raportekê ragihandibû ku şervanên Kurd hewl didin sînorê Îranê derbas bikin, herin nav axa wî welatî li demekê ku gefên kuştin û girtinê di nav xwepêşandanan de zêde dibin.
Ajansa Reuters, ku pişt dide sê çavkanîyan di nav de rayedarekî payebilind yê Îranî heye, dibêje ku ajansa îstîxbaratê ya Tirkîyê (MIT) Pasdarên Îranê hişyar kiriye ku şervanên Kurd hewl didin sînorê Îranê derbas bikin.
Dengê Amerîka di vê derbarê de peywendî ligel Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKI) kir. Nûnerekî HDKI got ku “Heta vê kêlîkê partîya me ti hêz neşandîye nav axa Îranê, û haya me ji partîyên din nîne.”
Ti hêzeke Kurdî bi şêweyekî fermî ranegihanîye ku wan hêzên xwe şandine nav axa Îranê.
Hejmareke partîyên Kurdên Îranê xwedî hêzên çekdar in û li Herêma Kurdistana Îraqê cih digirin.