Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di daxuyanîyekê de got ku ew ne beşek in ji hevpeymanîya ku roja Yekşemê ji hêla pênc hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê ve hatiye îmzekirin.
Sekreterê Giştî yê Komeleyê Abdullah Muhtedî ji Dengê Amerîka re got: "Em ne beşek in ji hevpeymanîyê û me ew îmze nekiriye."
Wî got: "Em ne li dijî hevpeymanîyê ne û wan pîroz dikin, lê têbînîyên me li ser wê hene."
Pênc hêzên siyasî yên Kurd, Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, Partîya Jiyana Azad (PJAK), Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Sazomana Tekoşîna Kurdistana Îranê, roja Yekşemê ragihandin ku wan hevpeymanîyek îmze kirine.
Hevpeymanî dibêje, armanca wan ya sereke rûxandina rejîma Komara Îslamî ya Îranê, bidestxistina mafên gelê Kurd bo diyarkirina mafên çaranivîs di Îraneke pirengî û demokrasî de ye.
Piştî daxuyaniyê, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî, daxuyanîyek weşand û got, "Em tecrubeyeke weha berz dinirxînîn, lê ji ber çend sedeman em ê metna dawî ya pêşnîyarpeymanê bi şêweyê wê yê niha îmze nekin.