Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) îro Duşemê ragihand ku rejîma Îranê bi sê dronan êrîş biriye ser kampa Azadî ya penaberên rojhilat li bajarê Koyê.
PDKÎ li ser platforma X’ê daxuyanîyek belav kir û got ku êrîşa Îranê berbangê, di navbera demjimêr 1:40 û 2:10'an de pêk hatiye.
Kampa Azadî kampeke sivîl e ku malbat û baregehên partîyê lê ne, lê ti kes nehatiye kuştin an birîndarkirin.
Karbidestê hêzên Pêşmerge yên PDKÎ’yê Kawa Behramî ji Dengê Amerîka re got: “Rejîma Îranê vê sibê bi du dronan êrîşî kampa me ya Azadî ya li Koyê kir. Demjimêrek şûn de, bi droneke din êrîşî me kirin.”
Wî got: “Li gor agahîyên me, êrîş ji alîyê Îranê ve, ji ser sînorê Şino û Pîranşarê hatine kirin. Ev di vê mehê de êrîşa duyem e ku li ser me tê kirin.”
PDKÎ radigihîne ku ji destpêka şer û alozîyên navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê ve, rejîma Îranê zêdetirî 163 caran baregehên wan kirine armanc.
Êrîşa sibeha Duşemê di çaremîn salvegera êrîşên mezin yên mûşekî yên li ser baregehên PDKÎ’yê de hat. Ew êrîş di 28’ê Îlona 2022’an de, di dema xwenîşandanên seranserî yên piştî mirina Jîna Emînî de pêk hatibûn, ku li gor daxuyanîya partîyê neh endamên wan tê de hatibûn kuştin.