Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rola Kurdan di Agirbesta Sûriyê De Çawa Be?


Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)

Wezîrê berevaniya Amerîka Ashton Carter doh di axiftina xwe ya di kongirêsê de, behsa giringiya kontrol kirina bajar û herêma Şedadê kir, Carter got, kontrol kirina Şedadê demar û laşê Daişê kir du parçe.

Herweha şevê din Barack Obama serokê Amerîka di axiftina xwe ya wezareta derve ya Amerîka de got, Daiş bêhêz maye, girtina bendava Teşrîn û bajarê Şedadê serkeftinên mezin bûn biser Daişê de, Daiş bêçare maye lê dîsan hêjî şerên giran hene.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ê, ku hêzên kurdan YPG û YPJ di nav dane di du hefteyên derbasbûyî de derbeyên giran li rêxistina Daiş ê xistin e.

Niha plana Amerîka-Rûsiya ya agirbesta li sûriyê di rojevê de ye, roja înê aliyên nakok dan xuyakirin ku, ew jibo agirbestê di amade ne, leşkerê Azad yê Sûrî got ku ew jibo 2 hefteyan agirbestê erê dikin.

Liser van mijaran Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel birêz Newaf Xelîl berpirsê navenda Lêkolînên Kurdî li Almaniya encam da, birêz Xelîl dibêje, aliyên şerker çendî ji destê wan bê ewê hewil bidin êrîşên xwe jibo kontirol kirinê zêde bikin, heta bi temamî agirbest piraktîze û fermî bibe.

Temamiya hevpeyvinê di fayla deng de ye.

Newaf Xelîl, Berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almaniya
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:48 0:00

XS
SM
MD
LG