Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdan di Sala 2018'an de Çi Bidest Xist Û Çi Wenda Kir?


Sala 2018an bo civaka Kurd li herêmên lê dijîn li Îraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê de saleke pirî bûyer û qewimînên baş û xerab bûn.

Bûyera herî bi bandor êrîşên ser Efrînê bûn û girtina bajêr ji aliyê arteşa Tirkiyê û grûbên çekdar yên girêdayî wê, dema di Newroza 2018an de gihane navenda bajarê Efrîn.

Herwiha rejîma Îranê bi mûşekên dûravêj bingehên sereke yên HDK û HDK-I li herêma Kurdistana Îraqê li bajarê Koyê bombebaran kirin û hejmarek ji kadiroyên wan partiyan û lîderên wan di êrîşê de hatin kuştin.

Herwiha li herêma Kurdistana Îraqê roja 30 Îlonê hilbijartinên herêmî û parlamenê pêkhatin û Dr. Berhem salih weke Serokomarê Îraqê hat hilbijartin.

Li herêm û bajarên Kurdan li Tirkiyê jî girtin, dadgehkirin û binçavkarina çalakvan û siyasetmedarên Kurd, bi taybet endamên HDP'ê berdewamî hebû.

Herî dawî bûyerên ku 2018an li pişr xwe hiştin, rewşa aloz ya herêmên Kurdan lli Rojava, li bakurê Sûriyê bûn û gefên Tirkiyê û hatina leşkerê Sûriyê bo nava Minbicê piştî ku Yekîneyên Parastina Gel YPG daxwaz ji Dîmeşqê kir daku bi hev re axa xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêzin û bi hevere berevaniyê ji yekêtiya ax û gelê Sûriyê bikin.

Her yek ji birêz Dilawerê Zengî, çalakvanê siyasî û lêkolînvan ji Qamîşlo, birêz Salih Kevirbirî rojnamevan li studioyê amade bibû, û birêz Tîrêj Urmiye çavdêrê siyasî û rojnamevan, mêhvanên bernama "Hello Washingtron" bûn, mijara Kurd di sala 2018 û bûyerên têde qewimîne û yên bandor li ser Kurdan hebûne niraxandin.

Hello Washington 28.12.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:04 0:00

XS
SM
MD
LG