Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Hevpeymanên Amerîka Bûn Heta Kuştina Bexdadî Çend Rewaye Niha Pişta Xwe Bide Kurdan?


Dema ku li sala 2014an rêzxistina tûndrê ya bi navê Dewleta Îslamê DAIŞê li Îraq û Sûriyê gelek herêm kirbûn jêr kontrola xwe Amerîka û Kurdan bi hevpeymanî şerê vê rêxistina heta roja îro berdewam kirîye.

Ji rizgarkirina Şengalê heta bajarê Reqa paytexta wê rêzxistinê li Sûriyê Kurd û Amerîkîyan şerê wê rêxistinê kirîye û heta rizgarkirina bingeha herî dawî ya DAIŞê li Baxûz û girtin û êsîr kirina 10 hezaran ji çekdar û malbatên wan û kuştina xelîfê wê rêxistinê Ebû Bekir El Bexdadî kurdan bihêz û bi çalakî şerê wê rêxistinê kir.

Berpirsên Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ku ji pêkhateyên herêmê hatîye damezrandin dibêjin, di şerên li dij DAIŞê de 11 hezar endamên wan jiyana xwe jidest dane û 24 hezar jî birîndar bûne.

Heta ku berî heftiyekê Amerîka ragihand ku wan di operasyonek taybet de li gundê Barîşa yê girêdayî Îdlibê ku 5 kîlometran ji sinorê Tirkiyê dûre hatîye kuştin û behsa rola Kurdan û hevkarîya wan di kuştina El Bexdadî de kir.

Dr. Kemal Sîdo
Dr. Kemal Sîdo


Ji bo danûstendinên derbarê vê mijarê du mêhvanên hêja Dr. Kemal Sîdo çalakvan û şirovekar ji Almaniya û berêz Abdullah Salih parlamenterê berê yê parlamena Îraqê û şirovekar tevlî bernama "Hello Washington" bûn.

Berêz Dr. Kemal dibêje"Tirs heye ku rêxistinên Îstîxbaratî yên Amerîka, Tirkiyê û Almanya lihev kir be ku derbarê projeya niha li herêmê bi rêve diçe li pişt perdan tiştek hatbe kirin".

Abdullah Salih Şirovekar
Abdullah Salih Şirovekar


Herwiha berêz Abdullah Salih dibêje"Ez weha dibînim ku planek li hevguhertina herêman heye, Amerîka planek veşartî hebe ku bixwaze Kurdan li herêmên Dêrezor bicih bike û Tirkiyê jî li ser sinor kesên xwe bicih bike."

Hello Washington 01 11 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:32:20 0:00


XS
SM
MD
LG