Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê, 27'ê Mijdarê, li ser rewşa Îraqê û hewlên Serokwezîrê Îraqê Elî el Zeydî peyamek weşand.
Serok Trump li ser platforma Truth Social got: “Em piştgirîya hewildanên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dikin ji bo desthilatdarîya dewletê li seranserê Îraqê xurt bike, qaçaxçîtîya neftê rawestîne, gendelîyê bi dawî bike û hemû çekan bixe bin kontrola taybet a dewletê.”
Serok Trump herwiha got ku Amerîka piştgirîya avakirina Îraqeke yekgirtî, pêşketî û bihêz dike ku biryarên xwe yên siyasî bi awayekî serbixwe bide.
Hêjayî gortinê ye ku ev çend roj in girjî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ya Bexdayê de derketine, piştî ku dadgeha federal ya Îraqê çend biryar derbarê kontrola hikûmeta navendî li ser zevîyên petrolê, derîyên sînorî û belavkirina artêşê li ser sînorên nannetewî yên Îraqê, di nav de sînorên herêma Kurdistanê, ragihandibûn.