Encumena Şaredariya Nashville û ya Herêma 'Davidson County' bi daxuyaniyek fermî 50 saliya hatina yekemîn koma malbatên Kurd bo Amerîkayê naskir.
Li gorî daxuyaniyê, ku daneyek gihaye Dengê Amerîka, yekem koma malbatên Kurd di 1'ê Gulana 1976'an de hatine Amerîkayê û piştî demekê gelek ji wan li Nashville, wîlayet û bajarên din ên welêt bi cih bûn.
Daxuyaniya fermî diyar dike ku di 50 salên borî de Kurdên Nashville ziman, çand û kevneşopiyên xwe parastine û di heman demê de beşdariya wan di pêşketin û jiyana civakî û çandî ya bajêr de girîng hatîye nirxandin.
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin ku Nashville niha malek ewleye ji bo zêdetirî 20 hezar Kurdan, ku yek ji mezintirîn kombûna civaka Kurd e, li Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê.
Daxuyaniyê herwiha têkiliya Kurdistan û Amerîkayê û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurd bi hêzên Amerîkî û hevalbendên wan re di şerê li dijî terorê de bi bîr xist.
Mike Cortese, endamê Encûmena Metropolitan a Nashville û Davidson County ji Navçeya 4'an, bi hevkarîya endamên din ên Encumenê, ev 50 saliya dîrokî bi fermî naskirin.
Daxuyaniya fermî di 6'ê Cotmeha 2026'an de li bajarê Nashville hat îmzekirin û bi şahî û civîneke girseyî ku endam û kesayetîyên kurd tevî endamên Encûmena Şaredarîyê ev boneya dîrokî pîroz kirin.