Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewildanên Amerîka yên Yekkirina Pêşmerge Û Dîyaloga PDK û YNK'ê


Hêzên Pêşmergên Herêmas Kurdistanê
Hêzên Pêşmergên Herêmas Kurdistanê

Koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Brett McGurk di serdana xwe ya rojhilata navîn de, serdana Îraq kir, [ roja 16ê Çile 2023ê gehişt Herêma Kurdistanê, li gel berpirsên herêmê û Serokê PDKê Masûd Barzanî û berpirsên YNKê civîn encam dabûn.

Weke raportên ji herêmê didin zanîn ku pirsên weke têkiliyên Bexda û Hewler, nêzîk kirina herdu partiyên sereke PDK û YNK li Herêma Kurdistanê, yekkirina hêzên Pêşmerge, enerjî û şerê li dij DAIŞê mijarên sereke yên wan civînan bûn.

Amerîka û hevpeymana navnetewî ku hin hêzên wan li Îraq û herêma Kurdistnaê hene, daxwazê ji Partî Demokratê Kurdistan (PDK)ê û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK)ê dikin ku hêzên Pêşmerge bikin yek û hêzeke modern ya leşekrî bo parastina herêma Kurdistanê û sinorên hevpar bi welatên cîran re ava bikin.

Amerîka ji nêz ve aloziyên li herêma Kurdistanê dişopîne, çi yên herêmê bi Bexda re, yan jî alozî û duberîyê di nava PDK û YNKê de bin.

Xalên sereke yên nakokbar di navbera herdu partiyên sereke de, pirsên malî û dahatê gumrikan û deriyên sinorî, hebûna du hêzên pêşmerge, bi taybet hêzên 70 û 80ê, serastkirin û lihev hatina derbarê qanûna hilbijartinan li herêmê û herwiha têkliyên bi hikûmeta sentral ya Bexda re.

Ji derveyî şandên Amerîkî yên ku car caran, serdana Herêma Kurdistanê dikin, balyozxaneya Amerîka li Bexda û Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêr, daxwazê ji kurdan dikin ku têkiliyên xwe baş bikin û hewil bidin ku danûstandin di navbera PDK û YNKê de dom bikin, her ji bo vê meremê roja Şemiyê şandeyên herdu partiyan li ser astê endamên mekteba siyasî li bajarê Silêmaniyê kombûn.

Doh Yekşemê derbarê civîna dualî ya PDK û YNKê li Silêmaniyê, peyvdarê YNKê Soran Jamal Tahir di preskonferansekê de bal kişand ser giringiya civîna berpirsên YNK û PDK, wî got "Civînên din di navbera YNK û PDKê di demek nêzîk de dê destpê bikin."

Birêz Soran Tahir bal kişand ser giringiya civînan di vê dema kirîtîk ya ku herêma Kurdistanê tê de derbas dibe ku 25ê vê mehê dadgeha Federal ya Îraqê hin biryar li dij hinartina pereyan bo Herêma Kurdistanê û biryarên sala 2021ê û 2022ê dan, dadgehê yên di navbera herêmê û hikûmeta Mustefa Al Kazimî de weke nerewa dîtbûn.

Derbarê Civîna herdu partiyan, Balozxaneya Amerîka, li ser navê balyoz xanim Alina L. Romanowski twîtek weşand û dibêje " Em pêşwaziyê li pêngavên hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê dikin ji bo çaksaziya peywendiyên navxweyî, ku bi kêrî gel tê. Bi hev re kar kirin, dê karibin herêmeke xweragirtî ya Herêma Kurdistana Îraqê ava bikin. Mala yekgirtî her gav ber bi bexteweriyê ve diçe. "

Amerîka niha hez dike ku navbera PDKû û YNK baş bibe û herwiha hêzên Pêşmerge yekgirtî bin, bi armanca xurtkirina ewlekariya herêmê û xweragiriya li hember çekdarên DAIŞê.

Li gorî çavakniyên Dengê Amerîka tîmeke pisporên Amerîkî, Alman, Îspanî, Holandî û welatên din yên ku di hevpeymaniya Navnetewî ya şerê li dij DAIŞê de cih digirin, hatiye damezrandin jibo erkê alîkariya yekgirtina pêşmergan.

Kolonelê Amerîka Patrick Caukin ku di nava hêzên Amerîkî û hevpeymanan de kar dike gote Dengê Amerîka "Armanc ewe ku 6 heta 8 taboran bihên avakirin û ew tabor bi xwe danûstandinan di nava wezareta Pêşmerge de bikin, ev dê ji hêzên 70 û 80 têkevin refên wan taboran, ev jî hewildaneke bo yekgirtina hemî hêzên kurdî."

Kolonelê Amerîkî Patrick Caukin
Kolonelê Amerîkî Patrick Caukin

Derbarê gingîpêdana Amerîka û Hevpeymanan ya hêzên Pêşmergan, Serokê Komîteya Pêşmerge li Parlamentoya Herêma Kurdistana Îraqê, Rêving Hirorî got "Her ji destpêkirina şerê li dij DAIŞê, bi taybet di sala 2014an de heta di sala 2003ê ya rûxandina rejîma Sedam Husên de, Amerîka û hevpeymanan dît ku pêşmerge hêzeke kêrhatîye, jiber wê yekê ew giringîyê didin yekgirtina hêzên pêşmerge.
Hirorî got ku armanca her kesî li herêma Kurdistanê û me hemîyan ewe ku hêzeke pêşmerge ya yekgirtî hebe."

Hirorî bal kişand ser girigiya rolê hevpeymanan û bi taybet yê Amerîka got ku "Rêvebriyek çaksaziyê di wezareta Pêşmerge de û bi hevkarîya hevpeymana û Amerîka hate ava kirin, bi armanca ku bikarin pêşmerge bikin yek, pêşmerge hêzeke niştîmanî ye lê pêwîstî bi rêxistinê heye, ew rêxistin jî weha be ku nekeve jêr bandora ti partiyan."

Reving Hiror, Serokê komîteya pêşmerge li Parlamentoya Herêma Kurdistana Îraqê
Reving Hiror, Serokê komîteya pêşmerge li Parlamentoya Herêma Kurdistana Îraqê

Hirorî dibêje, weke komîta Pêşmergan ya Parlemena Kurdistanê rewş dişopîne û raste ku kar hêdî birêve diçe lê dîsan kar hatiye kirin û heta 20 lîwayan hatine rêxistin.

Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê di navbera PDK û YNK de hatine dabeş kirin, yên girêdayî PDKê ne bi yekîna 80ê tên naskirin û yên girêdayî YNKê bi yekîneya 70ê tê nas kirin.

Fermandarê hêzên Pêşmerge yekîneya 70ê, Mistefa Çawreş dibêje, di rêya yekgirtina pêşmergan de "Em nebûne asteng, ew hemî nakokiyên hene jî me ne hişt ku karîgerî li ser pêşmerge hebe, em pêngav bi pêngav li gel wan çaksaziyane yên ku hevpeymanan daxwaz kirine, û şanda Amerîka pêşniyar kirine. "

Mistefa Çawreş, Fermandarekî Hêzên Pêşmerge - Yekîneya 80an
Mistefa Çawreş, Fermandarekî Hêzên Pêşmerge - Yekîneya 80an

Çavdêrê Siyasî Dr. Mihemed Amir Dêrşewî, derbarê proseya yekkirina pêşmerge û gingîpêdana Amerîka ya yekirina wan hêzan şiorve dike û dibêje, "çend hokar hene weke, pêgeh û cihê nexşeya herêma Kurdistanê ya enerjiyê, cihê wê di cografîya herêmê de di girign in, ji ber van sedeman Amerîka û hevpeyman dixwazin herêma Kurdistanê ya tena û seqamîgr be".

Dr. Mihemd Amir Dêrşewî, Çavdêrê Siyasî, li Herêma Kurdistana Îraqê
Dr. Mihemd Amir Dêrşewî, Çavdêrê Siyasî, li Herêma Kurdistana Îraqê

Dêrşewî dide zanîn ku desthilata giştî bo herêma Kurdistanê giringe, ev desthilata giştî dikare seqamgîriyê çêke û dilê welatiyan rihet bike, dema ku desthilata giştî nebe, wî çaxî her kes dikare qesta eşîreta xwe, partiya xwe û herêma xwe bike û rewşeke beredayî çê bibe.

Ji hejî bîrxistinê ye ku gelek kenal û saziyên mediyayî yên Îraqê ragihand ku Koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Brett McGurk carek din serdana Herêma Kurdistanê kirîye û roja Şemiyê li bajarê Silêmaniyê bûye, lê Dengê Amerîka xwe gihande gelek berpirs û çavkaniyên li Herêma Kurdisatanê wan red kirin ku Brett McGurk car din hatbe herêma Kurdistanê.

XS
SM
MD
LG