Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otomobila Demirtaş Rastî Êrîşekê Hat


Salahettin Demirtas
Salahettin Demirtas

Otomobîla Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Amedê rastî êrişêk hatiye. Doh Demirtaş li ser hesaba xwe ya twitterê got “mirin emrê xwedê ye” piştre, HDP jî bi daxuyaniyek ragihand ku otomobila Demirtaş rastî êrîşê hatiye û di cama Otomobliê de şopa guleyê heye.

Wîlayeta Amedê ragihand ku Hêzên Asayişê li ser otomobîla Demirtaş lêkolîn kirin lê bi daxuyaniyek ragihandin ku ew ne şopa guleyê ye.

Serokê HDPa Amedê Omer Onen dibêje wilayetê daxuyanî da lê ger ew ne şopa guleyê be divê eşekere bike bê ka ew cama ku gule derbas nake çi lêketiye ku şopek bi wî rengî çêbûye.

Birêz Onen da zanîn hem Selahattin Demirtaş hem jî li hemî parlamenter û endamên HDPê gefên mirinê tên xwarin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir di fayla deng de gûhdarî bikin.

Otombîla Demirtaş Rastî Êrîşekê Hat
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:54 0:00

XS
SM
MD
LG