Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Ewlekariyê li Efrîn Dijwar Dibe


Efrin dema ji aliyê Terora Cebhet El-Nusre de hatbû Topbaran kirin.
Efrin dema ji aliyê Terora Cebhet El-Nusre de hatbû Topbaran kirin.

Çavkaniyên Dengê Amerîka ji herêma Efrînê ya bakurê Suriyê (Rojavayê Kurdistanê) didin zanîn ku, di rojên dawiyê de çendî diçe rewş li herêma Efrîn aloz tir dibe, pevçûn, topbaran, revandina sivîlan, buyerên atkuêl yên li Efrînê û herêmen dewrûberên Wê ne.

Nûçe didin xweyakirin ku, şer di nava grupên çekdar de heye, li herêmê, herçende peyman dinavbera wan de hatiye îmzekirin, lê dîsan şer û peçûn tên berdewam kirin, di van pevçûnan de 8 çekdarên Cebehet El-Nusre û 2 ji Ceyş Elswar hatine kuştin.

Li aliyê din, tevî ku agirbest di navbera (YPG- Hind Grupên Artêşa Azad) de, hatbû ragihandin, lê li gorî çavkaniyên herêmî, agirbest tê şkandin, herwiha ji doh ve hejmarek ji welatiyên sivîl ji xelkê Efrînê ji aliyê Cebhet El-Nusre de hatine revandin, dema ku dixwestin ji parêzgeha Heleb herin Efrînê.

Herwiha li eniya şer pêvçûnên dijwar di navbera Ceyş Elswar û Ehrar El-Şem diqewim in, di encamê şerê du rojan de, herêmên Malîkiyê, Şewarxe, Methenet Fêsel, ji aliyê Ceyş El-Swar ve hatin desteserkirin, û Cebhet El-Nusre paşde kişiya.

Tê zanîn ku, berî heftiyekê lihevhatinek di navbera YPG û hin ketîbên Artêşa Azad de, hatbû imzekirin û şer hat bû rawestandin, lê tê xweyakirin ku lihevhatin tê şkandin.

Rewşa Efrinê aloztir dibe
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG