Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Ard li Ser 2 Taxên Kurdan li Helebê Qut Kiriye


Hêzên hikûmeta Sûrî ev çend roj in ard li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê, ku piranîya rûniştvanên wan Kurd in, qut kiriye.

Endamê Meclîsa Giştî ya Partîya Yekîtîya Dempkratîk (PYD) Emîn Elîko da zanîn ku heft firin li her du taxan hene û rojane pêdivî bi 6 ta 7 ton ard heye, lê ji serê mehê de hikûmeta Sûrî nahêle tiştek derbaz bibe, loma enbarên ard li taxê êdî vala bûne”.

Emîn Elîko
Emîn Elîko

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ard pêşkêşî meclîsa taxa Şêx Meqsûd dike û meclîs jî bi nirxekî erzan nan jibo rûniştvanên her du taxan peyda dike.

Elîko ku bixwe ji şênîyên taxa Şêx Meqsûd e, got ku kiryarên rejîmê jîyana gelê taxê asteng dike ku piranîya wan ji derbiderên Efrînî ne.

“Rewşa derbiderên Efrînê li Helebê zehmet e, ji warê xwe dûr ketine, herwiha rêbendên rejîmê dor her du taxan çûn û hatinê asteng dikin. Ew herwiha nikarin ti madeyan pêjîyanê yên mîna şîr, nan û mazotê, derbaz bikin jiber ku baceke mezin li ser tê sepandin”.

Elîko bal kişand ser armancên rejîmê ji dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, ku hejmara rûniştvanên wan digihêje 250 hezar kesan.

“Rejîma Sûrî dixwaze rewşê tevlihev bike û aramîya li her du taxan têk bibe, çimkî îro pir bazirganên Helebî dixwazin li taxê bi cîh bibin û kar bikin, loma sîyaseta hikûmeta Şamê timî gel birçî bike.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Şêx Meqsûd û Eşrefîyê di bin kontrola hêzên Kurdî de ne, ji sala 2012'an ta 2016'an komên çekdar êrîş wan dikir, lê nekarîbûn derbazî wan taxan bibin.

Herwiha ji sala 2018'an vir ve hejmareke zêde ji Efrînîyên derbider ku ji êrîşên Tirkîyê revîn, li van taxan bi cîh bûne.

NR_04_08_2020_Şêx_Maqsud_Ard
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG