Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington Dîplomasiya Kurdî û Hevpeymaniyên Nû Gotûbêj Dike


Ebdulselam Ali-Dr. Abdulhakeem Xesro- Abdulah Hicab
Ebdulselam Ali-Dr. Abdulhakeem Xesro- Abdulah Hicab

Hevserokê giştî yê HDP, Selahettin Demirtaş di vê heftiyê de tevî şandekê bi serdanek fermî li Moskow hevdîtin pêkanîn, Wezirê derve yê Rûsiya Sergey Lavrov li pêşwaziya Demirtaş û şanda pê re bû.ûn.

Ev serdana demirtaş ji aliyê Tirkiyê de gelek hat dengdan, heta Demirtaş bi xayin hat navkirin.

Li herêmê alozî tên berdewam kirin, ji aliyekî aloziyên ewlekarî yên ku, tevgerên Îslamiyên yên tundrê yên weke Daiş, El-Nusre û Ehrara el-şam bi xwe re anîn herêmê berdewam dikin, li aliyê din aloziyên Dîplomasî yên di navbera Tirkiyê û Rûsiya de weke derencamên xistina Firoka Rûsî û hebûna Daişê li herêmê derketin hole.

Tê gotin ji derencamên van aloziyan, dê hin Blok û hevpeymaniyên nû li herêmê bên avakirin, wek tê xweyakirin kurd di navbera van hevpeymaniyan de ciyê wan bi zelaî nayê dîtin.

Bernama (Hello Washington) ya Dengê Amerîka pişka kurdî, mijara (Serdana Demirtaş ya Rûsiya û hevpeymaniyên nû li herêmê) di gel mêhvanên xwe gotûbêj dike.

Mêhvanên Berna Hello Washington, her yek ji birêz, D. Edulhekîm Xesro Mamostayê zanistên Siyasî li Zanîngeha Hewlêr, Mamosta Ebdula Hîcab Çavdêr û Pisporê Siyaseta herêmê, herweha Nûnerê PYD li Rûsiya Ebdulselam Ali.

Temamaiya Bernama Hello Washingtin di fayla deng de heye:

Bernama Hello Washington 25_12_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG