Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Parlamena Ewrupa û Berbijarên Kurd


Evîn Încer û Îsmet Swêreklî

Roja Pêncşemê dengdana hilbijartinên her 28 welatên endam di Yekîtîya Ewrupa de destpê kir. Pêşî welatên weke Brîtanya û Holanda dengên xwe dan, roja Înê jî Îrlenda û Komara Çek li ser sindoqan bûn, lê piraniya welatên Ewrupa dê roja Yekşemê dengên xwe bidin.

Di van hilbijartinan de zêdetirî 400 mîlyon dengderan mafê dengdanê heye bo hilbijartina 751 endamên parlamana Ewrupa hene.

Hejmareke zêde ya civaka Kurd li welatên Yekîtîya Ewrupa hene, di nava wan de gelek kesan xwe kandîd kirîye bo endamtiya Parlamena Ewrupa, bi taybet li welatên weke, Almanya, Swêd û Holanda.

Bernama Hello Washington ew mijar bi mêvanên xwe re gotûbêj kir.

Evîn Incer yek ji siyasetvan û çalakvanên Kurd e li Swêd di nava partiya Sosyal Demokrata Swêde de dixebite û berpirsa têkiliyên derve yên wê partiyê ye, li herêma Opsala wê xwe berbijêr kirîye bo endamtiya parlamanê.

Incer tevlî bernama Hello Washington bû û hêvî xwestin ku ew di hilbijartinan de bi ser keve, da ku bikare xizmeta civaka Kurd û civaka Ewrupî bike.

Herweha mêvanê din yê bernamê Îsmet Swêreklî bû, ew rojnamevan û lêkolere li Almanya, ev mijar bi wan her du mêvanan re hat gotûbêj kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:22:21 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG