Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Kolberî Heta Darvekirinê: Rapora NY li ser Kurd û Kêmneteweyan li Îranê

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî, Mai Sato, di raportekê de derbarê rewşa pêkhateyên etnîkî û olî li Îranê, nîgeranîya xwe li ser cudakarîya berdewam a li dijî Kurd, Belûç, Erebên Ehwazî, Tirkên Azerbaycanî û Tirkmenan anî ziman.

Li gor raportê, cudakarî di sînordarkirina mafên zimanî, bêparbûna aborî, wêrankirina jîngehê û binpêkirina mafên girtîyên Kurd û Belûç de tê dîtin. Raport her wiha balê dikişîne ser mercên jiyana Kolberên Kurd û firoşkarên sotemenîyê yên Belûç.

Sato di heman demê de li ser rewşa girtîyên Kurd ên li benda darvekirinê ne, di nav wan de Yûsif Ehmedî, Reûf Şêx Me'rûf, Mihemed Feracî û Mohsin Îslamxa, nîgeranîya xwe nîşan da.

Kolber
Kolber

Herwiha doza Hatim Ozdemî, Kurdekî ji Agirî ye, hatiye gotûbêj kirin. Li gorî raportê, tevî ku ew Farisî nizane, mafên wî yên di pêvajoya dadwerî û wergerê de hatine sînordarkirin.

Di dawîyê de, Nûnera NY hişyarî da ku cudakarîya etnîkî û olî dikare bandorê li girtin, lêpirsîn, darizandin û cezakirina kesên ji kêmneteweyan bike, nemaze di dozên ku cezayê darvekirinê tê de ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG