Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê û Îranê li ser Hilweşandina Komên Çekdar ên Kurd Gotûbêj Kirin

Wezîrên Navxwe yên Tirkîyê û Îranê roja Çarşemê, 16’ê Îlonê, li Enqereyê civîyan. Wan li ser belavkirina komên çekdar ên Kurd û mijarên herêmî xeber dan.

Di civînê de, Mistefa Çîftçî got ku Tirkîyê belavkirina komên cuda yên Kurd dişopîne, di demekê de ku ew ji bo hilweşandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dixebite.

Li gor daxuyanîya Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê, herdu wezîran li ser girîngîya hilweşandina koma Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) gotûbêj kirin, da ku ew endamên PKK’ê yên ku li dijî lihevkirinê ne, nekaribin tevlî PJAK’ê bibin.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Îskender Momenî diyar kir ku ji bo çareserîyekê divê Tirkîyê, Îran, Îraq û Sûrîyê hevkarîyê bikin. Herwiha di daxuyanîyê de hat gotin ku divê PKK, PJAK û hemû şaxên wan werin hilweşandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG