Îro Çarşemê piştî ku artêşa Îranê êrîşên bi muşek û firokên bê firokevan li herêmên Kurdsitana Îraqê li dij bingehên partiyên Kurdên Îranê pêkanîn, ku bûne sedema kuştin û birîndar bûna hejmarek kesan, partiyên kurdên Îranê û hin aliyên nav netewî beretek nîşan dan û ew êrîş şermezar kirin.
Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê, li ser navê Ofîsa Têkilîyên Derve daxuyanyek weşand û naveroka daxuyaniyê wehaye:
"Sibeha îro Çarşemê 28’ê Îlona 2022’an, Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) yên terorîst êrîşî bingehên Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê û kampên penaberan yên li Koyê, li Kurdistana Îraqê kirin.
Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê yên terorist herwiha bi mûşekên balistîk û dronan êrîşî bingehên partîyên din yên sîyasî yên Kurdên Îranê yên li nav Herêma Kurdistanê Îraqê kirin.Tê ragihandin ku di van êrîşên hevrêz de gelek kes şehîd û birîndar bûne.
Ev êrîşên bêpîvan di demekê de têne kirin ku rejîma terorîst ya Îranê nikare xwepêşandanên heyî yên li hundir bişkîne û berxwedana sivîl ya gelê Kurd û Îranê bêdeng bike.
Roja 13’ê Îlona 2022’an, keçeke Kurd ya 22 salî ya ji bajarê Saqizê bi navê Jîna Amînî, li Tehranê ji alîyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi lêdanê hat kuştin.
Kuştina trajîk ya keça Kurd ya bêguneh Jîna Amînî bû sedema pêleke nerazîbûn û xwepêşandanên li Rojhilata Kurdistanê û seranserî Îranê.
Ev xwepêşandanên dijî rejîmê niha ji bakur heta başûr, ji rojhilat heta rojava li zêdetirî sed bajaran belav bûne.
Em van êrîşan di asta herî bilind de bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd van êrîşên hovane yên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ti carî ji bîr nake.
Em bang li civaka navneteweyî, sazîyên hikûmetê, rêxistinên sivîl û çalakvanên mafên mirovan dikin ku dengê xwe bo piştgirîya Kurdên Rojhilata Kurdistanê bilind bikin.
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku hesabên van êrîşan ji rejîma Îranê bipirse.
Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê,
Ofîsa Têkilîyên Derve, 28 Îlon 2022"
Herwiha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê derbarê bûyeran û êrîşên Komara Îslamî ya Îranê bo ser axa herêma Kurdistanê û hin bingehên partiyên rikeber yên rejîma Tehranê daxyuniyek ji bo bîra giştî da weşandin û daxuyanî dibêje:
"Gelê azadîxwazê Kurdistanê! Dost û dilsozên komelê û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê!
Bi vî awayî em we hişyar dikin ku îro çarşemî 10:15 sibê 28ê Îlona sala 2022ê, navenda serkirdayetîya Komela me bûye armanca êrişa Sopayê Pasdaran û bi rêya 11 ê firrokeyên bombekirî, navenda serkirdatîya evê grûpêKomelê bombbaran kirin.
Ji vir em ji we re radighînin ku di encama van topbaranan de tevî zerara bi malan ketî, 2 hevalên pêşmerge birîndar bûn û ew şandin nexweşxaneyên li Silêmaniyê.
Sekreterîya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê
28 Îlon 2022."