Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Herî Kêm 5 Kolberên Kurd Birîndar Dike û 3 Kesan li Mehabad Binçav Dike


Îranê Sê Kurd li Mehabadê binçavkirin
Îranê Sê Kurd li Mehabadê binçavkirin

Roja Şemiyê Rêxistina Mafên Mirov (Hengaw)ê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku herî kêm 5 kolberên Kurd rasterast ji aliyê pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin birîndarkirin birînên wan giran in.

Navê kesên birîndar bûne Mihemed Rehîmî, Moeyîn Şerîfî, Mihemed (paşnavê wî nediyar)e, Seîd (paşnavê wî nediyar)e û Keywan Derabî ne.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw'ê, ku daxuyaniyek derbarê bûyerê weşandîye dibêje roja " Înê 19.04.2024, pasdarên Îranê li sînorê Newsûd/Pawe li parêzgeha Kirmaşanê gule li komek kolberên Kurd reşandin û di encamê de 3 kolberên bi navê Moeyîn Şerîfî (24 salî), Mihemed (paşnav ne diyar), herdu jî ji Cewanrûyê ne û Seîd (paşnav ne diyar) xelkê gundê Safîabad yê ser bi Cewanrûyê ya parêzgeha Kirmaşanê ye." Her sê bi giranî birîndar bûn.

Hengaw di daxuyaniy xwe de dîsan dibêje roja 18ê Nîsanê, Keywan Derabî yê 20 salî, xelkê Serpol Zehab ya parêzgeha Kirmaşanê, li sînorê Hangazhallê yê bajarê Banê yê Kurdistanê (Parêzgeha Seqiz) rastî gulebarana hêzên sînorî hat û ji lingê xwe bi giranî birîndar bû. Piştre ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Seqizê hat veguhestin.

Herwiha roja 17ê Nîsanê kolberê bi navê Mihemed Rehîmî ku xortekî xelkê Seqezê yê parêzgeha Kurdistanê ye, di dema şopandina hêzên çekdar yên Îranê de li ser sînorê Hangazhall, ji bilindahiyê ket û ji lingê xwe bi giranî birîndar bû.

3 Kurd ji Aliyê Hêzên Ewlekariya Îranê ve Hatin binçavkirin

Roja Şemiyê Hengwa dîsan di malpera xwe de dibêje, Mohsen Ehmedî Aqdam, Resûl Yûsifî Azar û Hesen Yûsifî Azar 3 kurdên xelkê bajarê Mehabad ya li rojavayê parêzgeha Azerbaycana (Urmiye) ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin binçavkirin.

Li gor raporta Rêxistina Hengaw ya Mafên Mirovan, roja Çarşemî 17.04.2024, Mohsen Ehmedî Aqdam 34 salî, Resûl Yûsif Azar 21 salî û Hesen Yûsif Azar 39 salî, rûniştvanên xelkê gundê “Befrowan” ê ser bi bajarê Mehabadê ve, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatin girtin.

Jêder: Hengaw

XS
SM
MD
LG