Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Herêma Kurdistanê Êrîşên Mûşek û Dronan Şermezar Dikin

Hewlêr
Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û hevkarên endamê asayîşê Welat Tahir re şand, ku duh êvarê di êrîşeke bi dronan de ya ser balafirgeha Hewlêrê hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

"Ez xembarîya xwe ya kûr ji malbat û hevkarên şehîd Walat Tahir, karmendê ewlehîyê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê re dixwazim," Serokê Herêmê got.

Ji bilî giyan jidestdana Welat Tahir, di êrîşê de çend hevkarên din jî birîndar bûn, Nêçîrvan Barzanî di hesaba xwe ya X'ê de, ji birîndaran re jî xweşbûna bilez xwest.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi peyamekê êrîşên ser Hewlêr û Herêma Kurdistanê şermezar kirin û xembarîya xwe li hember kuştina Welat Tahir endamê asayîşa frokxaneya Navnetewî ya Hewlêr ragihand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hesaba xwe ya X'ê de got, "Ew di encama êrîşên neheq, zordar û terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê de şehîd bû."

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw duh êvarê got ku di êrîşên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de karmendekî ewlehîyê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Ji hejî bîrxistinê ye ku ji destpêka şerê li dij rejîma Îranê, bajarên herêma Kurdistanê rastî êrîşên mûşek û dronan tên.

Herî dawî şeva borî Hewlêr û Silêmanî her wiha herêmeke Duhok ku bîrên petrolê lê hene rastî êrîşên nû hat.

XS
SM
MD
LG