Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maseya Gilovir: Dîyaloga Navxweyî ya Hêzên Kurdî


Diyaloga nava Kurdan
Diyaloga nava Kurdan

Rewşa Herêma Kurdistanê piştî encamdana referanduma 25'ê Îlonê gelek aloz bûye. Artêşa Îraqê û Heşda Şaabî gelek herêmên piştî hatina DAIŞ'ê yên di dest hêzên pêşmergê herêma Kurdisatanê de bûn, der anîn.

Bexda dixwaze hemû desthilata hikûmeta federal li ser Herêma Kurdistanê ferz bike, jiber vê rewşa dijwar nakokî dîsa di navbera hêzên Kurdî de heye.

"Pêşî dîyaloga navxwe ya Kurdan" mijara vê bernama taybet bû ev mijar ligel sê mêvanên hêja hat gotûbêj kirin.

Dr. Musa Kaval, mamostayê zanîngehê û serokê Tevgera Aştîya Navxwe ya Kurdan, Dr. Îbrahîm Hacanî, mamostayê zanîngehê û pisporê peywendîyên navdewletî û mamosta Ekrem Xalid, çavdêrê sîyasî û yek ji kesên opzîsyona Hikûmeta Herêma Kurdistanê mêvanên bernamê bûn.

Dr. Kaval anî ziman ku welatên li herêmê hevbendîyeke bi hêz di navbera xwe de li dij Kurdan pêk anîne. "Peymanên wan yên veşartî yên, leşkerî, îstixbaratî û sîyasî hene, eger Kurd di vê demê de xwe bi yek nekin nikarin çi bi dest bixin."

Kaval: Nihe helwesta herêma Kurdistanê ya lawaz e. Hem li ser asta navxweyî lawaz e, hem di asta herêmî û navnetewî de.

Xalid jî bal kişand ser kêmahîyên hikûmet û rêveberiya li Herêma Kurdistana Îraqê. "Tiştekî ne veşartiye ku hizbîkirina civakê û rêvebirîya dewletdarîyê li herêmê, nakokî di nava xelkî de kûr kirîne. Gel di nava rewşeka herî nexweş de ye û nakokî roj bo rojê zêde dibin."

Ekrem Xalid: Tiştê pêşî desthilat bike, divê ji sedema şaşî û xeletiyên kirîn lêbûrîna xwe ji gel bixwaze

Dr. Hacanî jî dîyar kir ku di rewşa niha de, ne hikûmeta Bexda ne ya Hewlêrê serketî ye jiber ku serkeftin li ser maseya danûstendinan e divê her du alî dest bi diyalogê bikin.

"Hikûmeta niha ya Îraqê li gor mantiqa hêzê tev digere û xwe wek alîyê serkeftî dibîne, lewa wek rejîma berê ya dîktatorî li Îraqê, serederî ligel Herêma Kurdistanê dike. Çawa wek serdema rêjîma berê talan û wêrankirin û Enfal encamdan, dixwazin weha bikin, me dî li Tuz Xurmatû çend zêdegavî li ser giyan û malê gel çêbûne."

Dr. Îbrahîm dibêje, hikûmeta Bexda dixwaze li gor mantiqa hêzê tevbigere û dixwaze weke eqlîyeta rejîmên dîktator be, me ev li Tuz Xurmatû cîhên din dîtin.

Diyaloga Navxwe Ya Kurdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:38:59 0:00

XS
SM
MD
LG